Bazê Îsraîlê li Wanê westiya û venişt

Hewlêr (Rûdaw) – Bazekî ku ji Îsraîlê bi rê ketibû li navçeya Qelqeliyê ya Wanê westiya û venişt.

Ew derdora hezar û 200 kîlometrayan ji Îsraîlê firiya lê li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê westiya û nikarî bifire.

Ev baz ji aliyê navendeke lêkolînên ajelan a Îsraîlê ve ji GPS a li ser pişta wî tê şopandin.

Dema ew li Qelqeliyê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dîtin, rewşa wî têk çûbû û pêwendî bi saziyên Wanê re danîn daku xwe bigihînin hawara wî.

Rêveberê Rehabîlîtasyon û Rizgarkirina Ajelên Kovî ya Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Lokman Aslan got:

“Tîmên Rêveberiya Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê ew anîn vê derê.  Me pişkinîn jê re kirin. Me dît ku GPS li ser pişta wî ye.

Jixwe ji ber ku bi GPSê dihat şopandin hatibû dîtin. Tîm bi me re ketin pêwendiyê. Wan diyar kir ku pêdiviya wî bi lênêrînê heye û divê di warê tenduristiyê de çareserî jê re bê kirin.

Em jî dê demekê li vê derê li wî binêrin û hewl bidin ew careke din li ser koça xwe berdewam be.”

Di rê de lawaz bibû û birçî mabû

Li navenda Rehabîlîtasyon û Rizgarkirina Ajelên Kovî ya Zanîngeha Wanê 7 rojan hat dermankirin. 

Niha rewşa wî baş e û careke din dema firînê ye.

“Me xwarinên taybet dan wî”

Rêveberê Rehabîlîtasyon û Rizgarkirina Ajelên Kovî ya Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Lokman Aslan anî ziman:

“Me xwarinên taybet dan wî. Jixwe dema me ew pîva tîman gotin hinekî kîlo daye.

Piştre me ew anî ser kîloya wî ya asayî û piştî pişkinînên giştî me bi hevahengiya bijîşkên pispor ew careke din berda xwezayê.”

Bazekî koçber e û her demsal koçî welat û herêmeke cuda dike.

Koça wî ji satelliteyan gav bi gav ji aliyê navendeke Îsraîlê ve tê şopandin. 

Biryar e lêkolînên li ser wî di kovarên zanistî de bên belavkirin.