“Li Rojavayê Kurdistanê nifşê nû dê zimanê Kurdî biparêze”

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê xwendina bi zimanê Kurdî ji sala xwendinê ya 2015-2016an ve dest pê kir. Niha, ji qonaxa seretayî heta zanîngehê zimanê yekem yê fêrkirinê Kurdî ye. Nivîskarê Kurd Loqman Yûsif got, ev nifşê ku bi zimanê Kurdî fêr dibe dê zimanê dayikê biparêze.

Nivîskarê Kurd Dîlawer Zengî ji Rûdawê re got, li Rojavayê Kurdistanê nifşek peyda bûye ku bi zimanê xwe dixwîne û hizir dike.

Nivîskarê Kurd Luqman Yûsif jî got, ev nifşê ku bi zimanê Kurdî fêr dibe dê zimanê dayikê biparêze.

Xwendin û fêrkirina bi zimanê Kurdî bandor li weşangeriya Kurdî jî kiriye lê hîn di asteke kêm de ye.

Zarokên Rojavayê Kurdistanê, ji sala xwendinê ya 2015-2016 ve bi zimanê dayika xwe li dibistanan fêr dibin. Wate xwendekarên ku temenê wan 12 sal in tenê li dibistanên zimanê Kurdî xwendine.

Niha li Rojavayê Kurdistanê, ji qonaxa seretayî heta zanîngehê zimanê yekem yê fêrkirinê Kurdî ye.

Vê yekê bandora xwe li tevgera çap, weşan û firotina pirtûkên li Rojavayê Kurdistanê kiriye. Êdî li pêşangehên pirtûkan jî, sernavên Kurdî rûbera herî berfireh digirin.

Loqman Yûsif, nivîskarê ku ji destpêkê ve bi zimanê Kurdî dinivîsîne û Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ye, ji Rûdawê re got, ev nifşê ku bi zimanê Kurdî fêr dibin dê zimanê dayikê biparêzin.

Nivîskar Loqman Yûsif anî ziman, “Zimanê Kurdî di dibistanan de tê xwendin bi rengekî fermî, ev cihê şanaziyê û baweriyê ye ev ziman êdî metirsî li ser namîne ku têk biçe. Hêviya me jî ew e ku ev ziman bigihê asta xwe û cihê xwe di nav zimanên cîhanê de bigire. Zimanê Kurdî ne zimanê kêmneteweyan e, zimanê 50 milyon kesan e, hêviya me ku em tev xwedî lê derkevin. Ev dibistan û ev nifşê ku bi vî zimanî dixwînin di pêşerojê de bikaribin bêhtir pêş bixin û bêhtir biparêzin.”

Dîlawer Zengî ku ji salên heştiyan ve ji sedsala borî û serdema qedexekirina zimanê Kurdî ve, her bi Kurdî dinivîsand, û serokê  Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya di navbera salên 2013-2020 de, ji Rûdawê re got, li Rojavayê Kurdistanê nifşek peyda bpye ku bi zimanê xwe dixwîne û hizir dike.

Nivîskar Dilawer Zengî anî ziman, “Îro li Rojavayê Kurdistanê ji pêşdibistanê dest bi bike heta peymangeh û zankoyê zimanê Kurdî tê xwendin. Nifşek peyda bûye ku bi zimanê xwe dirame, bi zimanê xwe hizir dike, bi zimanê xwe dixwîne û dinivîse. Bê guman bandoreke gelekî mezin dê li wêje û çanda Kurdî jî bike. Di pêşerojê de dê gelek nivîskar peyda bibin, dê xwendevan peyda bibin. Wê demê dê çand û wêjeya Kurdî pêş bikeve.”

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji weşangerên Rojavayê Kurdistanê wergirtine, Sala 2019, 3 Weşanxaneyan 73 pirtûk bi zimanê Kurdî weşandine.

Sala 2019, Weşanxaneya Ava 6 pirtûk bi zimanê Kurdî weşandine. Sala 2020, Weşanxaneya Ava 4 pirtûk bi zimanê Kurdî weşandine. 80% ji pirtûkên Weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Kurdî ne.

Şêrzad Besrawî, Rêveberê Weşanxaneya Ava ji Rûdawê re got, xwênerên zimanê Kurdî niha piraniya xwendekar in ku şiyana wan a kirînê lawaz e, lê di salên bê de yê kiryar û xwênerên pirtûkên Kurdî zêde bibin.