Tirkiyê bi firoke û topxaneyê êrîşî Kanî Masê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê bi firoke û topxaneyê hejmarek gundên ser bi bajarokê Kanî Masê ve li sînorê parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Rêveberê bajarokê Kanî Masê, Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand, artêşa Tirkiyê bi firokeyê gundê Bazê bombebaran kir û topxaneyên Tirkiyê derdora gundê Bêdohê û Zinara Kêste topbaran kirin

Rêveberê bajarokê Kanî Masê, Serbest Sebrî jî ji Rûdawê re got: “Ji ber bombebaranê tenê şûşeyên pencereyên gundê Bazê şikestine û ti zirarên din nebûye.”din nebûye.

Bi gotina Rêveberê Bajarokê Kanî Masê, her îro “topxaneyên Tirkiyê derdora gundê Bêdohê û Zinara Kêste jî topbaran kirin.”

Ebdulselam Salih, welatiyekî devera Berwarî Bala dîmenê topbaran û bombebarankirina deverê ji aliyê Tirkiyê ve bo Rûdawê şandiye û dibêje: “Bombebarana deverê îro di demjimêr 09:30 û 10:30 de bûye û çend caran bi firoke derdora gundên Bazê û Çeqela bombebaran kir.”

Du heftî berî niha jî Tirkiyê li sînorê devera Berwarî Bala gundê Kanî Mezinê jî bombebaran kiribû, ku di encamê de welatiyekî bi navê Xalîd Ebdulrehman jiyana xwe ji dest dabû.

Bi gotina wî kesî, di bombebarana îro ya deverê de ti zirarên canî çê nebûye, lê belê niştecihên deverê gelek tirsiyan e û ji rewşê dilgiran in.