Fermandarê giştî yê HSDê ji bo zarokan ferman da

Navenda Nûçeyan - Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdê, derbarê rewşa zarokan di dema şer û pevçûnan de, fermaneke leşkerî ragihandiye.

 

Navenda Ragihandinê ya HSDê, daxuyaniyek belav kir û tê de hate diyarkirin ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê fermaneke leşkerî arasteyî aliyên pêwendîdar ên wê hêzê kiriye.

 

Di fermana leşkerî de, Mezlûm Ebdê daxwazê ji hêzên HSDê dike ku pabendiyê bi naveroka rêkeftinên navdewletî bikin derbarê dûrxistina zarokan ji karesatên şer û pevçûnan.

 

Li  daxuyaniyê Mezlûm Ebdê ragihandiye ku bi ti awayî nabe zarokên kêmtir ji 18 salan tevlî rêzên HSDê bibin û her kesek kêmtir ji 18 salan, di nav rêzên HSDê de bê dîtin, dê yekser bê şandin bo aliyên pêwendîdar weke Desteya Perwerde û Xwendinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

 

Ebdê herwiha daxwaz ji Rêveberiya Darayî ya Serbazî ya HSDê kiriye ku mûçeyên zarokên kêmtir ji 18 salan rawestîne.

 

Di fermanê de hatiye ku çi kesê pabendiyê bi vê fermanê neke dê bê sizadan.

 

Tê zanîn ku bêhtir ji carekê rêxistinên navdewletî daxwaz ji HSDê û YPGê kiriye ku zarokan di nav rêzên xwe de qebûl nekin.