'Bila heqê taksîmetreyan ji sedî sed bê zêdekirin'

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê komeke şofêrên taksiyan xwest ku ji sedî sed zem bê ser heqê taksimetreyan.

Hejmareke şofêrên taksiyan ku li aliyê Ewropayê li Kolana Vatanê ya li Fatîhê û li aliyê Anatolyayê li Pira Goztepeyê kom bûn û berê xwe da Perava Yenîkapiyê û wan xwest ku zem bê ser heqê veguhestinê.

"Xizmeta herî erzan a taksiyan e"

Serokê Komeleya Şofêrên Taksiyên Yekbûyî Huseyîn Duman, li Yenîkapiyê li ser navê şofêrên taksiyan axivî û got:

“Li Stenbola ku bajarê herî biha yê Tirkiyeyê ye xizmeta herî erzan a taksiyan e.”

Huseyîn Duman destnîşan kir ku lêçûnên wan zêde bûne û ji ber vê jî pêwîst e zemeke dadmend bê ser heqê taksimetreyan û wiha domand:

"Ji Kanûna Paşîn û vir ve me şofêrên taksiyan ên li Stenbolê ti zem nekir. Ji wê heyamê heta niha em rêwiyan ji bo her kîlometreyekê bi 8,5 lireyan dibin.

Ev biha li Antalyayê 18 lîre, li Îzmirê 22 lîre, li Çanakkaleyê û Enqereyê jî 15 lîre ye."

Bila heqê taksîmetreyê ji sedî sed bê zêdekirin

Duman destnîşan kir ku ji heqê sîgorte û kaskoyê bigire heta perçeyên otomobîlan zem hatiye ser her tiştî û ev jî barê şofêrên taksiyan giran dike.

Duman da zanîn ku ew dixwazin heqê taksîmetreyê ji sedî sed bê zêdekirin.