Artêşa Tirkiye li Bedlîsê dest bi operasyoneke nû kir
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiye li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê li dijî gerilayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi nave “Eren Dorpêç – 32” kir.
Operasyonên Artêşa Tirkiyê yên bi hinceta hebûna gerilayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi dawî nabin û rojane li navçe û parêzgehên cuda dest bi operasyonên nû dike.
Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belav kirin, Artêşa wî welatî îro 8ê Tebaxa 2022ê li parêzgeha Bedlîsê dest bi operasyona bi nave “Eren Dorpêç-32” kiriye 520 leşker, gundparêz û polîsên taybet bi 51 tîmên cuda têde beşdar in.
Zincîra operasyonên Artêşa Tirkiyê yên bi navên cuda ji sala 2017ê ve li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî tên kirin. Artêşa Tirkiye ev derdora 9 meh in bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê dest bi zîncîre operasyonên xwe yên nû kiriye û ew operasyon berdewam in.