Ev 5 roj e 4 gundên Kanî Masê bê elektrîk in

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 5 roj e tîmên çakkirina elektrîkê li Kanî Masê hewl didin elektrîka 4 gundên wê herêmê çak bikin, lê teqe li wan tê kirin. Xeta elektrîka gundên wê herêmê ji ber bombebarana Tirkiyê ji kar ketiye.

Gundên Ednê, Dişêş, Sererû û Ûre ji ber bombebaranên Tirkiyê ev 5 roj in bê elektrîk in û Rêveberê Nahiya Kanî Masê ji Rûdawê re ragihand, wan her hewlek da ku xeta elektrîka wan gundan çak bikin, lê bê sûd maye.

Rêveberê Nahiya Kanî Masê Serbest Sebrî diyar kir, “Heta niha em nizanin ka ji aliyê kê ve teqe li tîmên me tê kirin, rojane yan şerê Tirkiye û PKK heye, yan jî teqe li tîmên me tê kirin.”

Derbarê çareseriya pirsgirêkê de jî, Serbest Sebrî ragihand, “Em her hewlekê didin, lê heta niha me nekariye çareser bikin.”

Nêzikî 30 malbat li gundê Ûre dijîn û xelkê her sê gundên din jî rojane ji bo serdana bax û bexçeyên xwe diçûn gundên xwe.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyonek li navçeyên sînorê Kanî Masê daye destpêkirin û heta niha jî berdewam e û rojane bombebaran û topbarana Tirkiyê heye.

Heta niha jî 12 caran ji ber topbaran û bombebaranên Tirkiyê elektrîka gundê Hirûr qût bûye.

Roja 5ê vê mehê jî Tîma çakkirina elektîkê li sînorê bajarokê Kanî Masê bûbû armanca topbarana artêşa Tirkiyê û ji ber topbaranê ew tîm neçar ma wesayîta xwe jî bicî bihêle û bireve.

Endamê Tîma Çakkirina Hêla Elektrîkê Diyar Ednî ji Rûdarê re ragihandibû, “Me cihê têkçûna elektrîkê destnîşan kir û me hewl da ku çak bikin. Destpêkê çend gulleyên topê arasteyê me kirin û paşê jî gulleyên çeka doçka arasteyê me hatin kirin. Me jî wesayîta xwe bicî hişt û bi piyan reviyan heta me xwe gihand cihê aram.”

Muxtarê gundê Ore Ehmed Mihemed jî ji Rûdawê re diyar kiribû, “Du roj e hêla elektrîka gundê me ji ber topbarana artêşa Tirkiyê ji kar ketiye, ev nehemîn car e ku di heyama operasyona artêşa Tirkiyê de hêla elektrîka gundê me ji kar dikeve.”

Li aliyê din Rêveberê Fermangeha Elektrîka Amêdiyê Aram Celal jî Rûdawê re destnîşan kiribû, “Em mijûl in ku li gel aliyên peywendîdar pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku gundên wê herêmê bê elektrîk in û divê em hêla elektrîkê çak bikin.”

Herwiha ji ber operasyon, topbaran û bombebaranên Tirkiyê 5 gundên sînorî hatine valakirin û berdewam jî li wan herêmên sînorî di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn rû didin.