Şingal – Êrişî Pêşmerge kirin, balafir hatin wan

Şingal (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina DAIŞê li nava Şingalê êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin, lê balafirên hevpeymaniya navdewletî û Pêşmerge êrişa wan têk birin.

Fermandarê Pêşmerge û berpirsê Eniya Şingalê Lîwa Haşim Sîteyî ji Rûdawê re ragihand: “Îro piştî nîvro, li nêzîkî Kelha Smaîl Beg li nava Şingalê, çekdarên DAIŞê bi çekên dûravêj êriş kirin, lê ew êriş her zû ji aliyê Pêşmerge û balafiran ve hat bêdengkirin.”

Lîwa Haşim Sîteyî amaje bi wê yekê kir ku, “Pêr, DAIŞ hêzeke mezin nû ji Mûsilê anîbû Şingalê û îro ew êriş kir, lê ji ber ku balafiran 7 caran li wan dan, 2 otomobîlên wan hatin şewitandin.”

Sîteyî wiha got: “Li gorî texmînên me, % 70 ji wê hêza nû hatin kuştin. Ji aliyê me ve, ti pêşmergeyek ne şehîd û ne jî birîndar nebûne.”

3ê Tebaxa par, çekdarên DAIŞê destê xwe danîn ser Şingalê û heta niha jî di destê wan de ye. Serokê Herêma Kurdistanê di yekemîn salvegera girtina Şingalê de ragihand ku di pêşerojeke nêzîk de wê Şingal were kontrolkirin.