Li Agiriyê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avkevirê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê cerê gazê teqiya û û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gundê Mardîkê yê navçeya Avkevirê cerê gazê mala kesê bi navê K.A. teqiya.

Ji ber teqîna gazê agir bi malê ket. 

Gundiyan tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên parastina sivîlan ve hat vemirandin.

Tîmên tenduristiyê birîndar K.A û hevjîna wî M.A. û kurê wan G.A. yên ku birîndar bûyîn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Avkevirê.

 Li wir piştî midaxeleyên despêkê ew şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.

Li gor agahiyan rewşa tendirustiya M.A. xirabe.