Li Rihayê zilamek li cem malbata xwe hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zilamek dema bi malbata xwe re ber bi malê ve dimeşiya di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Li Taxa Seyrantepeyê ya Rihayê şeva borî dema bi hevjîn û zarokê xwe diçû mala xwe hinek kesên nenas bi çekê êrişî Nihat Agaslanê 55 salî kir.

Nihat Agaslan di êrişê de bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê Agaslan bir Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Agaslan canê xwe ji dest da.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û ji bo desteserkirina kujer wan dest bi xebatê kir.