Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê bûyera trafîkê: Ji malbatekê 3 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê di encama bûyereke giran a trafîkê de li gorî şahidekî 3 kesên ji malbatekê canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.
Şahidê bûyerê Ebdullah Hîtutî îro Şemiyê ji Rûdawê re got, “Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê qezayeke trafîkê rû daye û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.”
Li gorî Ebdullah Hîtutî 3 kesên ku canê xwe ji dest dane ji heman malbatê ne ku dayik, bav û zarokê wan ê 12 salî ye.
Ebdullah Hîtutî her wiha anî ziman, “Otomobîlê xwe li taseya ser rê daye ji ber wê qeza kiriye. Di otomobîlê de 6 kes hebûn, ji xeynî 3 kesên mirî, 3 kes jî birîndar bûn.”
Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê di encama bûyereke trafîkê de 3 kesên ji malbatekê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. pic.twitter.com/uDzhvsjh0H
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 8, 2023