Qedexe rabûn, hilkişîna bo Çiyayê Agiriyê destpê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Di qedexeya pandemiyê bandorê çiyageran jî kir. Çiyayê Agiriyê, ku yek ji mezintirîn deverên hilkişînê yê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye, demek dirêj ji bo çiyageran hat girtin.
Bi rakirina qedexeyan li seranserê Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê, çiyager jî ketin tevgerê. Gelek çiyager ji bo hilkişin lûtkeyê çûn herêmê.
Çiyager tiştên ku nekarin hilgirin li ser pişta hespan dikin û dibin quntara çiyê û dûv re jî diçin cihê kampa yekem.
Çiyagerên ku şevê li kampê derbas dikin roja din diçin kampa duyemîn. Çiyager demjimêr di derdora 02:00an de ji bo hilkişîna lûtkeyê dikevin rê.