Parlamentera CHPê: Bila Kurdistan bo Tirkiyeyê bibe mînak

Stenbol (Rûdaw)- Parlamentera CHPê ya Stenbolê Selîna Dogan derbarê mafên kêmneteweyên li Başûrê Kurdistanê de axivî û got ez hêvî dikim ku ev mînaka baş ji bo Tirkiyeyê jî bibe mînak.

Parlamentera CHPê ya Stenbolê Selîna Dogan ku bi eslê xwe ermenî ye, ji bo bernameya Rûdawê ya bi navê Hevpeyvîn axivî û derbarê mafên kêmneteweyên li Başûrê Kurdistanê de ragihand: “Li welatekî misilman dayîna evqas maf ji bo pêkhateyeke mesîhî ango ji bo ermeniyan pêşketineke hêja ye. Divê ev rewşa ji bo Tirkiyeyê jî bibe mînakek.”

Selîna Dogan destnîşan kir ku li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, ermenî yek ji wan zimanên li ber wendabûnê ye û wiha got, “Fermîbûna zimanê ermenî li Başûrê Kurdistanê him ji bo zimanê me him jî ji bo ermeniyên li wê derê, yên ku dixwazin bi nasnameya xwe bijîn, gaveke mezin e. Ev rewş li Libnan û Îranê jî heye. Lê mixabîn li wan deran ne zimanekî fermî ye. Lê li wan deran jî li pêşiya perwerdeya ermenî ti asteng nîn in.”

 

 ‘Ji ber çand û zimanê serdest zimanê min nema ye’

 

Dogan bal kişand ser kêşeyên hînbûn û fêrbûna ermenî li Tirkiyeyê û diyar kir ku li vî welatî saziyên ji vê yekê berpirsiyar pir kêm in û wiha domand: “Di warê fêrkirina ermenî de dibistanên me yên heyî bi kêmasî ne. Mamosteyên van dibistanan jî ne bi perwerde ne. Lê ew bi van taybetmendiyên xwe mamostayetiya dibistanan dikin.”

Parlamentera CHPê ragihand: “Ez, mesela ji bo ku bi zarokên xwe re biaxivim gelek caran ferhengê bi kar tînim. Ji ber ziman û çanda serdest zimanê min nema ye. Ji ber van sedeman tevan ev sepandina li herêma kurdistanê nimuneyeke baş e. Ez hêvî dikim ku ji bo me jî bibe mînak.”

Dê bernameya Hevpeyvînê îşev di saet 23:00an de bê weşandin. Hûn dikarin tevahiya hevpeyvînê birêya ekrana Rûdawê temaşe bikin.