ERZINGAN – Piştî 116 rojan termê karkerekî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îliçê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê termê dawî yê ji 9 karkerên di bin axê de mabûn jî hat dîtin.

13ê Sibata îsal li navçeya Îliçê kaneke zêran hilweşiyabû û 9 karker di bin axa bisiyanur de mabûn.

Îro piştî 116 rojan termê karkerê 9mîn jî hat dîtin.

Li ser vê yekê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtîna termên karkeran bi dawî bû.

5ê Nîsanê û 19ê Nîsanê termên du karkeran ji bin kana hilweşiyayî hatibûn derxistin.

4ê Gulanê jî termên 2 kesan hatibûn derxistin.

4ê Hezîranê jî termê karkerekî hatibû dîtin.

Herî dawî 6ê vê mehê termê 3 karkeran hatibû dîtin.