Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya hat deseteserkirin.
Hat ragihandin ku îro saet 06:00an tîmên têkoşîna li dijî terorê li Amedê bi ser mala Ahmet Kaya de girtiye.
Di serdegirtina malê de Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya hat desteserkirin.
Heta niha nayê zanîn Ahmet Kaya ji ber çi sedemê hatiye desteserkirin.
PÎAyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Îro sibehê saet derdora 06:00an de hevserokê me yê giştî Ahmet Kaya hate desteserkirin.
Ev yek ji nîşaneyên herî zelal ên rewşa neqanûnî ya ku Tirkiye ketiye nav de ye.
Em jibîr nekin hiqûq dê rojekê ji her kesî re lazim bibe.”
Bu sabah saat 06.00 sularında Eş Genel başkanımız Ahmet Kaya @renasrzgr1 gözaltına alındı. Bu Türkiye'nin sürüklendiği hukuksuz durumun en açık göstergelerinden biridir. Unutmayalım hukuk bir gün herkese lazım olacak.
— İnsan ve Özgürlük Partisi (@insanozgurluk) June 8, 2024