GEVER: Parêzerê zarokê ku otomobîla leşkerî lê dabû ji Rûdawê re behsa bûyerê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerê ku li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi otomobîleke leşkerî li zarokê 5 salî yê Kurd Erdem Aşkan da û bû sedema mirina wî, bi mercê kontrola dadî hat azadkirin. Parêzerê wî zarokê Kurd Omer Faruk Aşkan derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand ku dadgehê bi temamî Erdem Aşkan wek berpirsê bûyerê dîtiye û got, “Leza otomobîla ku Çawuşê pispor diajot zêde bû û pabendî rêkarên trafîkê nebûye lê tevî vê dadgehê di biryara xwe de ji bo wî ti qusureke wek leza zêde an şaşiya trafîkê diyar nekiriye. Hemû qusur ji bo Erdem Aşkan diyar kiriye.”
Roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an otomobîleke leşkerî ku leşkerê bi pileya pisporê çawiş ê Artêşa Tirkiyê Alper Kaan Polatkan diajot li navçeya Geverê ya Colemêrgê li zarokê 5 salî yê Kurd Erdem Aşkan da. Erdem di encama bûyerê de canê xwe ji dest da.
Serdozgeriya Komarê ya Geverê derbarê bûyerê de lêpirsin dabû destpêkirin û ew leşkerê hatibû destserkirin lê roja Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an ew çawûşê pispor ji aliyê dadgehê ve hat azad kirin.
Parêzerê wî zarokê 5 salî yê Kurd Omer Faruk Aşkan ku di heman demê de kesek ji malbata wî ye derbarê bûyerê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî. Aşkan ameje bi wê yekê da ku çawuşê pispor piştî dadgehkirinê bi mercê kontrola dadî ji aliyê dadgehê ve hatiye azad kirin û dadgehê bi temamî Erdem Aşkan wek berpirsê bûyerê diyar kiriye û ew bi qisûr dîtiye.
Omer Faruk Aşkan dibêje tevî ku leza otomobîla leşkerî ku pisporê çawiş Alper Kaan Polatkan diajot zêde bû û pabendî rêkarên trafîkê nebûye jî dadgehê ew ji bûyerê berpirs û bi qisûr nedîtiye.
“Leza otomobîla çawuşê pispor gelekî zêde bû”
Omer Faruk Aşkan diyar kir bûyer di demjimêr 15:50ê xulekên roja Çarşemê pêkhatiye û got, “Otomobîla ku çawişê pispor diajot bi lezeke zêde ji aliyê rastê yê rê dihat ji aliyê rastê yê rê dihat, ji aliyê şofêrê kamyoneta bi markeya ISUZU ya li aliyê çepê yê rê ve hatiye hişyarkirin ku leza xwe kêm bike. Otomobîla bi markeya Chevrolet ku pisporê çawiş diajot diviyabû ji aliyê çepê yê rê biçe lê ji aliyê rastê yê rê çûye û hewil daye ji otomobîla din bibore. Bi vê yekê jî li gor rêkarên tafîkê şaşî kiriye. Li şûna ku ji aliyê çepê ji otomobîlê derbas bibe hewil daye ji aliyê rastê derbas bibe. Leza wî gelek zêde bû. Şofêrê kamyonê agahdarî daye wî, lê wî guh nedane agahdariyan. Di wê demê de Erdem Aşkan ku li ser peyarêyê bû û destê wî di destê dayika wî de bû, hatiye ser rê û otomobîlê li wî daye û 50metreyan ew firandiye.”
“Çawuşê pispor zarok negihand nexweşxaneyê”
Aşkan amaje bi wê yekê da ku piştî bûyer çêbû şofêrê kamyonê û Çawuşê pispor hatine cihê bûyerê û got, “Şofêrê kamyonê ji wî leşkerî re gotiye ku “were em vî zarokî bigihînin nexweşxaneyê” lê wî leşkerî guh nedaye wî. Dayikê jî kiriye qêr ku ew leşker kurê wê bibe nexweşxaneyê lê guh nedaye dayika wî jî. Li ser vê yekê hinek welatî hatine wê derê û li ser vê helwesta leşker hinek lê dane. Lê ew leşker jî çeka xwe li hember welatiyan derdixe û li otomobîla xwe siwar dibe û direve. Piştre xwe radestî polîsan dike.”
“Dozger daxwaz kir ku çawişê pispor bê azad kirin”
Parêzer Omer Faruk Aşkan ragihand çawuşê pispor Alper Kaan Polatkan piştî wergitina îfadeyê li navenda ewlekariyê bo dadgehê hatiye birin lê dadgehê ew azad kiriye û got, “Îro dozger ji dadgehê daxwaz kir ku çawişê pispor bi mercê kontrola dadî bê azad kirin. Dadgehê jî ev biryar qebûl kir û çawuşê pispor hat azadkirin. Dema em li girtenameya bûyera trafîkê dinêrin dadgehê Erdem Aşkan bi qusur dîtiye. Bi maddeyekê yasayî ku Erdem Aşkan jêrebihur û jorebihur bikarneanîne ew ji bûyerê berpirsi dîtine. Lê li ew cihê ku bûyer çêbûye bi ti awayî jêrebihur û jorebihur nî nin. Rêyeke rast e û ne li nêzîkî wê ne jî li dûrî wê cihê derbasbûna peyayan nîne.”
“Dadgehê Erdem Aşkan wek berpirsê bûyerê dîtiye”
Omer Faruk Aşkan detnîşan kir ku dadgehê bi temamî Erdem Aşkan wek berpirsê bûyerê û bi qisur dîtiye û got, “Lê bo çawuşê pispor ti qusureke wek leza zêde, an şaşiya derbasbûnê ya trafîkê diyar nekiriye. Hemû qusur bo Erdem Aşkan diyar kiriye.”
“Zarokên Kurd bijîn jî bimirin jî tawanbar in”
Li aliyê din vê biryara dadgehê nerazîbûn li pey xwe anîn. Parlamentera Erzeromê ya Partiya Çepên Kesk (YSP) Meral Danış Beştaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî karvedan nîşan dan û got, “ Zarok ji ber ku miriye tawanbar e. Zarokên Kurd bijîn jî bimirin jî tawanbar in.”
“Di 10 salan de 22 zarokan bi wesayetên leşkerî canê xwe ji dest dane”
Li gor rapora Navenda Mafên Zarokan a ser bi Baroya Amedê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 10 salan de 22 ji wan zarok bi giştî 49 kesan di encama lêdana wesayetên zirxpoş de canê xwe ji dest dane. Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 10 salan de 16 ji wan zarok bi giştî 36 kesan di encama lêdana wesayetên zirxpoş de canê xwe ji dest dane.