'Projeyên niştecîkirinê yên li Efrînê li gorî yasaya navdewletî ne rewa ne’

Hewlêr (Rûdaw) - Di raporeke derbarê avakirina projeyên yekeyên niştecîkirinê li Herêma Efrîna Rojavê Kurdistanê de, Rêxistina bi navê, Sûriyên Bo Rastî û Dadmendiyê dibêje: “Waliyê Hataya Tirkiyê, Rehmî Dogan endezyar û biryarderê cîbicîkirina projeyên avakirina yekeyên niştecîkirina malbat û kesûkarên grûpên çekdar e li Efrînê.” yasanas Arif Cabo jî dibêje, avakirina van yekeyên niştecîkirinê li gorî yasaya navdewletî ne rewa ye.

Rehmî Dogan, ne tenê Waliyê Hatayê ye, lê desthilatdarê reha yê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ya dagîrkirî ye û endezyarê projeyê avakirina mêtîngehên niştecîkirina malbat û kesûkarên grûpên çekdar e li herêmê.

Rêxistina Sûriyên bo Rastî û Dadmendiyê, di raporekê derbarê avakirina Metîngehan li Herêma Efrînê, û li gorî şahidhalan, Dogan biryarderê avakirina van metîngehan e û Encûmena Xwecihî ya Efrînê ku bi biryara Tirkiyê hatiye damezirandin, li gorî daxwazên grûpên çekdar destikê cîbicîkirinê ye.

Li gorî heman rêxistinê, li navçeya Cebel el-Ehlam, anku Çiyayê Xewnan, 1000 parçe zevî ji bo çekdaran û malbatên wan hatine dayin, 400 metre çargoşe rêbera her parçe zeviyekê  ye, 600 parçe zevî boçekdarên el-Cebhe el-Şamiye û Firqeya el-Hemze hatine dayin û 400 parçe zevî ji bo sivîlên hawirde hatine dayin.

Endamê Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî (YASA) yasanas Arif Cabo ji Rûdawê re got, avakirina van metîngehan li gorî yasaya navdewletî ne rewa ye.

Yasanas Arif Cabo: “Ev xaniyên Tirkiye, li herêma Efrînê ava dike û kesên dervey herêmê tîne û li wan xaniya bicih dike nerewa ye û yasayên navdewletî binpê dikin.”

Cîger Hisên, kordînatorê Komîteya Belgekirina binpêkirinan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ev piroje cibicîkirina guhertina demografîk in.

Li gorî heman raporê, projeyên avakirina yekeyên niştecîhirinê bi behaneya valakirina malên Efrîniyan hatibûn cîbicîkirin. Lê çekdarên ku malên Efrîniyan dagîrkiribûn, piştî çûna nav yekêyên niştecîkirinê, malên Efriyan ji bo xwediyên wan venegarandinê, lê ew ji xwe re dane bi kirê.