Hevserokê berê yê Şaredariya Wanê hat desterkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Mustafa Avci ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Mustafa Avci ku ser bi Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) ve ye, vê sibê li mala xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat desteserkirin.

Hate ragihandin ku di demjimêrên serê sibehê de hêzên ewlekariyê bi ser mala Avci de girtine û li mala wî dest bi lêgerînan kirine. Li gor agahiyan piştî pişkinîn û lêgerînan, Avci ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteserkirin û bo navenda ewlekariyê hatiye veguhastin.

Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci di 19ê Tebaxa 2019an de ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wî hatibû danîn.

Li ser sedema desteserkirina Avci ti agahî nehatine belavkirin.