Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebriya Tevgera Goranê ya Hewlêrê ji kar berda û weke sedem jî “tevger êdî li ser rêya Newşîrwan Mistefa nemaye” nîşan da. Herwiha Rêvebriya Tevgera Goranê ya Hewlêrê ragihand ku “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di desthilatdariya 30 salan de bi qasî Tevgera Goranê gel bêhêvî nekirine.”
Rêvebriya Tevgera Goranê ya Hewlêrê îro Sêşemê 8ê Hezîrana 2021ê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi girseyî dest ji kar berda.
Di daxuyaniya hevpar a ku bi 65 kesan îmzekirî de tê gotin: “Tevgera Goran ji rêya Newşîrwan Mistefa derketiye. Di dema desthilatdariya xwe ya 30 salî de, PDK û YNKê bi qasî Tevgera Goran gel neşikandin bêhêvî nekiriye.”
Rêvebriya Tevgera Goranê ya Hewlêrê herwiha ameje bi yekê kir ku guhdariya rexneyên kadro û alîgirên dilsoz ên partiyê nehate kirin û ew beşdarî hikûmetê bûne.
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Piştî mirina Newşîrwan Mistefa, karbidestên Goranê bi awayekî plankirî partî ji rêya xwe ya rast dûrxistin û xwestom wê bikin dikana şirketên xwe."
Rêvebriya Tevgera Goranê ya Hewlêrê herwiha destnîşan kir ku Goran beşeke ji hikûmetê ye û wek partî beşdarî xebatên çaksaziyan bûne, lê ligel vê yekê, hin rêveber hêj "li hember gendeliyê bêdeng in".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse