Rêvîng Hirûrî: Çi PKK çi Tirkiye be her dagirkerî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirûrî ragihand ku “destbiserdegirtina axa Herêma Kurdistanê çi ji aliyê PKKê ve be çi ji aliyê Tirkiyê ve be her dagirkerî ye.”

Şandeke hevbeş a Parlamentoya Kurdistan û Iraqê yên ji fraksiyonên cuda, îro Sêşemê 8ê Hezîrana 2021ê serdana deverên sînorî yên Kanî Masê ya ser bi navçeya Amêdî ya li parêzgeha Duhokê kir û ji nêz ve li rewşa asayîşa wan deveran şopand û ziyanên şerê Tirkiye û PKKê yên ser aramiya wan deveran lêkolîn kirin û biryar e encamên lêkolîna xwe weke raporekê amade bike.

Serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirûrî ku di nav wê şandê de ye di civîneke rojnamevanî de ragihand: "Îro weke komîteya parlamentoya Iraqê û parlamentoya Kurdistanê me serdana parêzgeha Dihokê kir û destpêkê em bi parêzgarê bajêr re kom bûn da ku nêrîneke zelal ji deverê re werbigirin.”

 Komîteya ji parlemana Iraq û Kurdistanê li devera Kanîmasî, Batufe û ziyanêm xelkê û navçeyê dîtin, ligel xelkê navçeyê civiyan û rewşa wan ji nêzîk ve şopandin.

Herwiha ww komîte ligel 79 mûxtarên gundan kom bûne. Mûxtaran ji şanda parleman re gotin, êdî berhemên wan yên îsal bû qurbanê şer.

Rêvîng Hirûrî da zanîn ku zevî û çandiniya xelkê nemaye, pezê wan jî perîşan bûne û daxwazê dikin, PKKê û Tirkiyê şerê xwe dûrî wan bike.

Hirûrî got: “Bê guman ev  meseleyeke girîng e û divê bigihîje raya giştî û bi salan e ev herêm di nava şer û azaran de bû. Mixabin ev demeke dirêje ku ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirk de gelek ji van gundan hatine valakirin û piraniya darên van deveran hatine şewitandin û gelek zirar li hem jîngeha Kurdistanê û hem gelê Kurdistanê bûye û  hem jî derûna gelê Kurd li wan deveran têk çûye.”

Bi gotina Serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê, ew hewl didin raportekê amade bikin û  hem bidin Parlamentoya Kurdistanê û hem bidin parlamentoya Iraqê.

Hirûrê amaje bi wê yekê kir ku ew hemû di wê baweriyê de ne ku bi şer çareserî nabe û got: “Ne me, ne xelkê navçeyê, ne hikûmeta Kurdistanê çi peywendî bi ew şerê malwêranîkirinê nîne, em dûrî vî şerî ne wan bi ser malên me de anîn. Em daxwazê ji PKKê û hikûmeta Tirkiyê şerê xwe ji nav axa me bibin. Em nabêjin şer bikin, lê em dibêjin li welatê xwe diyalog bikin û li hev werin.”

Rêvîng Hirûrî herwiha got: “Em daxwazên xwe digihînin Serokatiya Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoya Iraqê, Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û raya giştî.”

Derbarê hebûna binkeyên serbazî yên Tirkiyê li nav Başûrê Kurdistanê de jî Rêvîng Hirûrî got: “Em ligel wê yekî nînin ku ti hêzeke ji dervey sistema berevaniya Kurdistan û Iraqê li navçeyên me bimînin. Çi PKK û çi jî hikûmeta Tirkiyê were dest bi ser deverekê de bigire dagirkerî ye. Ev yek ji bo me cihê nerazîbûnê ye.”

Şanda parlamentoya Iraqê ji 7 endaman pêk tê, ku pênc kes ji wan serok û endamên Komîteya Berevanî û Ewlekariyê ne û du kesên din jî parlamenterên parêzgeha Duhokê ne.

Şanda Parlamentoya Kurdistanê jî ji 12 endamên çar komîteyên Pêşmerge, Navxwe û Ewlehî, Çandinî û Avdan, Karûbarên Tendirustî û Jîngehê pêk tê.