Balinde ji Axgola Wanê koç dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hişkbûna Gola Axgol ku zêdetirî 407 hektaran ji rûberê bajarokê Qelqeliyê li parêzgeha Wanê girtiye, teyr û tilûrên wê deverê jî neçar bûn koçberî devereke din bibin.

Rêveberê Navenda Parastina Ajelên Kovî li Zanîngeha Wanê, Prof. Dr. Lokman Aslan di vê derbarê de dibêje, wan çaverê dikir ku ava golê, di mehên Tîrmeh û Tebaxê de kêm bibe, lê gelekî bilez hişk bû.

Prof. Dr. Lokman Aslan dibêje jî, vê yekê bandoreke zêde li ser jiyana ajelên kovî kir.

Gola Axgol, 30 kîlometran dûrî navçeya Qelqeliyê ye û çavkaniya ava wê jî berf û baranê tê. Hişkesaliya îsal, bandoreke zêde lê kir. Wê golê salane, di werzê koçkirina teyrikan de, mêvandariya bi sedan cure teyrik û tilûran dikir, lê piştî hişkbûnê, teyrik jî koçber bûn.

Muxtarê taxa li peravên golê, Necmeddîn Yalin dibêje, ev çend sal in wan hişkbûneke wiha nedîti ye.

Kaniyên ku berê bi gurrî diherikîn jî îsal hişk bûne. Bi gotina muxtar ew dever berê cihê jiyana flamîngoyan û gelek cureyên teyrikan bû, buhuşta çivîkan bû, lê ew jî ji ber hişkbûna golê koçber bûne.

Hejmarek rêkxistin û komeleyên jîngehparêziyê kom bûne û daxwaz ji hikûmetê kirine ku kar li ser jîngeha wê deverê bike, ji bo vegere weke berê.