Li Rojavayê Kurdistanê nirxê amperên elektirîkê biha bûn

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê nirxê her ampereke elektirîkê ev heyama çend mehan bû 1500 lîreyên sûrî bû, lê niha bi biryarekê ji Rêveberiya Xweser, ji bo her amperekê 2 hezar lîreyên sûrî hat destnîşankirin û ev yek jî bûye cihê nerazibûna xelkê.

Ji ber xirabiya karebeya niştimanî ji destpêka kirîza Sûriyê ve, li Rojavayê Kurdistanê di nava taxan de jeneratorên hatine danîn, her malek sê yan çar amper kişandine, hin malan 6 amper kişandine.

Nirxê nû yê amperan barê welatiyn  girantir kir, lê teêvî vê yekl xwediyên jeneratoran jî razî nekir. Xwediyên jeneratoran dibêjin ji ber giranbûna nirxê pêdawistiyan, 2 hezar lîre jî têrê nake û mehê derdora 100 hezar lîreyên sûrî xisar li wan dibe.

Welatiya bi navê Hemdiya Ebdulhemîd dibêje: “11 sal in hevjînê min wefat kiriye, jêdara jiyana me ev dikan e. Ka em dê çi bidin bi nan û çi bidin amperan, rewş gelek xirab e. Me pêştir îneternet hebû, lê me niha qut kiriye, em nikarin heqê wê bidin.”

Jeneratorên taybet ji 2013an li Rojavayê Kurdistanê kar dikin. Nirxê her amperekê di nava van çend salan de çend caran hate guhertin, ew jî li gor ka jenerato çend demjimêran elektirîkê dide, dema ku elektirîka niştimanî baş bû amperek bi 800 lîreyên sûrî bû, lê niha jeneratorên taybet rojane 8 seatan elektirîk didin. Rêveberiya Xweser her liretyek mazot bi 77 lîreyên sûrî ji wan re peyda dike, xwediyên jeneratoran jî dibêjin 2000 lîre jî  bi wan re naqede.

Xwediyê jeneratora taybet Mihyedîn Hecî Ebdullah jî got: “Ne tenê mazot e, îro min kîloyek zeyt bi 6000 lîreyan kirî, beriya çend rojan min bi 3500 kirî, pirsgirêkek biçûk di jeneratoran de çêbû, bi 500 hezarî çareser bû,ji neçarî em biha dikin eger dolar her bilind bibe dê ji niha bihatir jî bibe.”

Komîteya Jeneratoran li Sarederiya Qamişlo civîna pêk tînin daku nirxekî nû destnîşan bikin û ragîhinin ku xwediyên jeneratoran, bikaribin karê xwe bê ziyan berdewam bikin.

Dolar li bazarên Rojavayê Kurdistanê gihişte 3600 lîreyên sûrî, necîgirbûna nirxê wî bazar hemû tevlîhev kiriye.