Li Duhokê termê keçeke windabûyî hat dîtin

Duhok (Rûdaw) – Îro berî nîvro termê Dilîn Welîd ku 10 salî bû û sê roj berê li navenda bajarê Duhokê winda bûbû, li nêzîkî yarîgeha werzişî ya Duhokê hat dîtin û li ser bûyerê lêkolîn dest pê kir.

 

Çavkaniyekî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re çend zanyarî eşkere kirin û got: “Termê keça 10 salî, bo Tiba Dadî ya Duhokê hat veguhestin, di pişkinînên destpêkê de tiştê ku hatiye dîtin, bi kêran hatiye kuştin û hewla serjêrkirinê jî hatiye dayîn, lê hêj raporta Tiba Dadî derneketiye û hûrgiliyên çawaniya kuştina wê niha ne diyar e.”

 

Li ser tohmetbar an tohmerbarên vê bûyerê, diyar kir: “Lêkolîn hatiye destpêkirin, lê hêj ti kes nehatiye desteserkirin.”

 

Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji Rûdawê re ragihand: “Termê keçik bo Tiba Dadî hatiye veguhestin û hêj bi awayekî zelal nayê zanîn ku gelo ew bi xwe miriye, an kesekî ew kuştiye. Lêkolîn dest pê kirine.”