Li Rihayê pevçûn: 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê di pevçûna du grûpan de 2 kes birîndar.

Li taxa Şenevlerê ya Rihayê di navbera du aliyan de ji ber pirsgirêka deynan nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du aliyan bi çekan êrişî hev kir.

Di encama pevçûnê de 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Polîsan ji bo desteserkirina gumanbarekî dest bi operasyonê kir.

Herwiha 2 demançeyên ku di bûyerê de hatin bikaranîn hatin bidestxistin.