ŞIRNEX – Ji bo giya çû zozanan lê venegeriya
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, zilamê ku doh ji bo komkirina giya ji malê derket û çû zozanê winda bû.
Li gundê Navyanê yê Şirnexê, Îsmaîl Bîlîr ji bo komkirina giya ji mala xwe ya li gund derket û çû zozanê nêzîk.
Piştî ku Bîlîr dereng ma û venegeriya malê, xizmên wî saziyên pêwendîdar agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê û tîmên AFADê ji bo dîtina Bîlîr dest bi xebatan kir.
Bîlîr heta niha jî nehatiye dîtin û ti xeber jê nîne.