Li Meletiyê gur ketin govê: 162 serî pez telef bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Drêjan a ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ve, gur ketin gova welatiyekî û 162 serî pezê wî telef kirin.

Li Taxa Elîcanê ya navçeya Drêjanê, guran êrîşî ajelên Onder Şahîn kirin, 162 serî pezî wî telef bûn, 36 mihên birîndar bûn û 10 jî winda ne.

Mixtarê gund Lutfî Şahîn diyar kir ku ew ji ber bûyerê xemgîn bûne.

Şahîn got cendirme çûn govê ku lêkolînê bikin, Şaredarê Drêjanê Nevzat Ozturk jî çûye cihê bûyerê ku li ber dilê xwediyê pez de çû.