Keça Ermenî ku ji DAIŞê rizgar bûbû gihişte malbata xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser keçeke Ermenî ku di nav destê rêxistina DAIŞê bû radestî malbata wê kir.

 

Keça Ermenî ya bi navê Reşal Deyal ku ji xelkê Şamê ye dema ku ew di sala 2014an de ji bo seyranê çibû Reqa, û di heman dema seyrana wan de çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Reqa dikin û wê keça Ermenî digrin.

 

Keça Ermenî 5 salan di nav destê DAIŞê mabû, ku bi gotina wê, ew neçar bibû, ku xwe wek keçeke misliman bide naskirin, daku xwe rizgar bike.

 

Keça Ermenî 5 salan wek keçeke misilman di nav destê DAIŞê dimîne, herwiha derdora salekê perwerda olî, û leşkerî dibîne.

 

Reşal Deyal diyar kir: “Di destpêka sala 2014an de em wek seyranekê derketibûn Bendava Feratê li Reqayê, ez digel bira û xwişkên min, di wê demê de çekdarên DAIŞê êrîşî Reqayê kir û rewş gelekî tevlihev bibû, xwişkên min ji min xwestin ku ez bilez siwarî otomobîlê bibim, lê min dixwest ez bi otomobîla xwişka xwe siwar bibim ne ya birayê xwe, wê demê ez biçûk bûm, ez ji birayê xwe reviyam û min xwe li nexweşxaneya El-Tib El-Hedîs li Reqayê xwe veşart, birayê min hat li min digeriya, min ew dît lê wî ez nedîtim.”

 

Deyal eşkere kir: “Di wê hefteyê de çekdarên DAIŞê bi temamî bajar kontrolkiron, malbata min karîbû xwe rizgar bike, lê ez li Reqayê mam.”