Nêçîrvan Barzanî û Vladimir Putin li Moskowê dicivin
Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e îro Çarşemî 9ê Gulana 2018ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Moskow li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin bicive.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh Sêşemî û li ser vexwendina fermî ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ber bi Moskowê ve bi rê ketibû.
Nêçîrvan Barzanî îro li Moskowê beşdarî bîranîna Serkevtina Şerê Mezin ê Niştimanî yê Rûsyayê ya di serdema Şerê Cîhanî yê Duyem de bike, herwiha tê çaverêkirin ku beşdarî çend gotûbêjên giring û dualî jî bibe, di nav wan de jî civîna dualî ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Rosneftê Îgor Sîçîn, ji aliyê ofîsa Vladimir Putin ve hatiye vexwendin.
Ev cara yekemîn e ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi fermî ji aliyê Rûsyayê ve û ji bo beşdarbûn di salvegera bîranîna serkevtina Rûsya di şerê cîhanî yê duyem de, bo serdankirina wî welatî tê vexwandin.