Vî zilamî bi tenê 65 hezar mayîn pûç kirine

Çoman (Rûdaw) – Hemwelatiyekî bi navê Resûl Memîxelî yê ji gundê Xweşkanî ya navçeya Çomanê ya Hewlêrê, ev 25 sal in karê pûçkirina mayinan dike û di vê heyamê de 65 hezar mayin derxistine.

 

Resûl Memîxelî heta niha 16 zeviyên mayinan paqij kiriye û ji van zeviyan jî 65 heza mayin derxistiye. Heta niha 25 kesan ligel wî karê derxistina mayinan kirine lê 23 kesan jiber teqîna mayinan jiyana xwe jidest dane.

 

Resûl Memîxelî piştî ku ji zeviyekê mayinan paqij dike dibêje; “Êdî dê ev der were çandin. Dê malbat sûdê ji dar û fêkiyên wê werbigrin. Herwiha ev herêm, cihekê geştiyariyê ye û xelkên biyanî serdanê dikin.”

 

Ew li mala xwe ya li gundê Xweşkaniyê bi tenê dijî. Mayinên ku derdixe dibe mala xwe. Sedema hogirbûna Reûsl ya ji vî karî re, bidestxistina perçeyekê erdê çandiniyê bûye:

 

“Hêjarî bû. Zeviyek min nebû ku biçînim. Bi neçarî min dest bi vî karî kir. Xwediyê zeviyê got, mayinan jê paqij bike û ji xwe re biçîne. Min jî we kir û kire zeviyê çandinê.”

 

Li Başûrê Kurdistanê bi mayin û teqemeniyan bazirganî tê kirin. Ev yek jî bûye sedem ku ligel Resûl Memîxelî, bi dehan kesên din jî vî karî bikin.

 

“Gotin barût û TNT tê firotin û pereyekî baş jî dike. Lewma ez zêdetir hogirê vî karî bûm. Car hebû rojane min 300 mayin difirot.”

 

Heta niha 7 caran mayin bi vî zilamî ve teqiye. Lê ew dest ji vî karî bernade û berdewam dike. Weke ku ew dibêje, yekemîn car di sala 1991ê de li mayinekê qelipiye û lingekê wî jêbûye. Paşî wî ji xwe re lingek çêkiriye  û berdewamî daye karê xwe.

 

Resûl Memîxelî dibêje; “Dema birîndar bûm, mehekê li male razam lê sebra min nedihat û min dixwest zû baş bim, careke din herim mayinan derbixim.”

 

Mamê Resûl dide xuyakirin, ku heta niha 25 kesan ligel wî ev kar kirine lê 23 kes jiber teqîna mayinan mirine: “Ew kesên ligel min ev kar dikirin, guh nedidane min. 4 ji wan hema li kêleka min mirin.”