Ji Mele Elî Kelek re heta 5 salan cezayê zindanê tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Mele Elî Kelek ku xwe weke pizîşkê nebatî û xwezayî dide naskirin, ji ber gazindên welatiyan hatibû desteserkirin, niha jê re ji salekê heta 5 salan cezayê zindanê tê xwestin.

 

Mele Elî Kelek ku li nahiyeya Kelek a ser bi parêzgeha Duhokê ve cihek bi navê “Nexweşxaneya Muhemed Resûlullah” vekiribû û îdia dikir ku ew bi metodên “tiba nebewî” nexweşan derman dike.

 

Mele Elî Kelek xwe weke “Pisporê Tiba Nebewî” bi nav dike, beriya hefteyekê li ser gilî û gazindên welatiyan ji aliyê asayişa Duhokê hatiye girtin.

 

Çavkaniyên ji asayişê diyar kirin ku ew li ser daxwaza Wezareta Tenduristiye hatiye desteserkirin. Mele Elî Kelek ku niha li girtîgeha Duhokê ye tê gotin dê 6ê Hezîranê derbikeve pêşiya dadger.

 

Derbarê Mele Elî de 3 doz hene

 

Çavkaniyeke ji bûyera girtina Mele Elî Kelek agahdar ji Rûdawê re wiha got: “Derbarê Mele Elî Kelek de jixwe ji berê ve 2 doz hatibûn vekirin. Wezareta Tenduristiyê derbarî wî de ew doz vekiribûn. Doza vê dawiyê jî ji aliyê wezaretê ve hatiye vekirin.”

 

Heman çavkaniyê da zanîn ku wezaretê ji asayişê xwestiye ku dozên derbarê mela de hatine vekirin bişopînin.

 

Doza yekem ji ber Mele Elî Kelek îdia kiribû ku mîzê hêştirê derman e, doza duyem jî ji ber ku mela gotibû “divê jin bêne sinnetkirin” hatibû vekirin.

 

Herwiha weke tê zanîn beriya demekê Mele Elî Kelek îdîa dikir, ku xwarina destmalên kaxezî mirovan ji qelewiyê xilas dike. Ji ber vê yekê jinekê li Hewlêrê hezar perçe destmal xwaribû û ew rakiribûne nexweşxaneyê. Doza seyêm jî li ser vê yekê hatiye vekirin.

 

Bi tawana xelkê dixapinê hatiye girtin

   

Rêveberê Asayişa Duhokê Tariq Ehmed derbarê serbestberdana bi kefilî ya Mele Elî Kelek de wiha got: “Heta niha ti kesî ji bo vê yekê serlêdan nekiriye. Kengê parêzerekê ji xwe re bigire û dosya wî were lêkolînkirin dadgeh dê derbarê wê yekê de biryara xwe bide.”

 

Tariq Ehmed diyar kir ku Mela dê 6ê Hezîranê derbikeve dadgehê û di celsa (rûniştin) 6ê Hezîranê de Mela dê ji tawanên berê bê dadgehkirin.

 

Serokê Dadgeha Temyîzê Hekîm Mihemed Emîn Şerefxanî jî da zanîn “Mele Elî ji ber binpêkirina yasaya 456 a derbarê xapandina xelkê de hatiye girtin.”

 

Parêzer Hejar Subhî jî da xuyandin ku heger Mele Elî Kelek ji ber madeya hatiye desteserkirin ceza bixwe dê ji salekê heta 5 salan bê zindankirin.