Mêrdîn: Di bûyera trafîkê de zarokek mir û 2 kes birîndar bûn

Dîmenê piştî qezayê\ Wêne?: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê tankêr û kamyonetek li hev qelibîn û di encamê de zarokekî 2 salî canê xwe ji dest da û dê û bavê wî jî birîndar bûn.

Li ser rêya parêzgehên Mêrdîn û Şirnexê îro kamyonetek li tankêrê qelibî û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku zarokê 2 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn ku ew jî hevjînên hev in.

Her du kesên birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatin kirin.