Serok Barzanî ji bo wefata hevjîna Fuad Husên peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya hevjîna Dr. Fuad Husên peyamek belav kir û got, “Ez gelekî xemgîn im.”

Hevjîna Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Carolina Montessoriya ku xelka Holendayê ye doh koça dawî kir.

“Ez şirîkê xema we me”

Serok Mesûd Barzanî ji ber wefata Carolina Montessoriyê sersaxî ji Fuad Husên re xwest û got:

“Ez şirîkê xema we û malbata we me.

Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim rihê Carolina Xanimê bi behişta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide we.”