HEWLÊR - Careke din agir bi Lengeyê ket!

Hewlêr (Rûdaw) – Careke din agir bi Bazara Lengeyê ya Hewlêrê ket.

Nûçegihana Rûdawê Helebce Sedûnê ragihand ku şewat mezin e û agir bi gelek dikanan ketiye.

Helebceyê da zanîn ku agir berbelav dibe û dengê teqînan tê.

Hat zanîn ku tîmên agirvemirandinê, timên parastinê yên sivîl, hêzên asayîşê û polîs jî hewl didin agir vemirînin.

Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê didin, şewatê derdora saet 7:50î dest pê kiriye.

27ê Sibatê jî agir bi Bazara Lengeyê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn.

Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Karwan Mîrawdelî jî diyar kir ku saet 06:45an şewatekê dest pê kiriye û ew agir hatiye vemirandin lê saet 07:47an şewateke din dest pê kiriye.

Li hêla din Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ragihand, “Agirê ku bi Lengeyê ketibû bi temamî hatiye kontrolkirin.”