HSD: Di dema êrişa li Silêmaniyê de Mazlûm Ebdî li wir bû

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand ku  di dema êrişa li Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de Fermandarê HSDê General Mazlûm Ebdî li wê derê bû.

Duh li nêzî Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê êrîşeke asmanî hat kirin û hat diyarkirin ku armanca êrîşê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ye, lê HSDê red kiribû ku Ebdî li wir bûye.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Ferhad Şamî derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê twittêre agahiyên nû dan.

Ferhad Şamî da zanîn ku di dema êrişa li Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî jî li wir bû, lê ji ber selamatiya Navenda Ragihandina HSDê agahiyên derbarî wî de sînordar kirine.

Şamî eşkere kir ku Mazlûm Ebdî bi selametî vegeryaye Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Ferhad Şamî wiha nivîsandiye: “Derbarê êrîşa ser belafirgeha Silêmaniyê di çarçoveya berpirsyartiyên ewlehiyê yên di asta jor de û girêdayî selameta Fermandariya hêzên me, Navenda Ragihandina HSDê agahiyên derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser belafirgeha Silêmaniyê ku dema Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî li wir bû pêk hat sînordar kir heta ku Fermandarê Giştî bi awayekî ewle gihişt heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di êrîşê de tu ziyanên canî çênebû. Derbarê hurguliyên êrîşê de hêzên me dê di dema pêş de daxuyaniyeke berfireh belav bike.”

Çi bibû?

Di 7ê Nîsanê de li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê êrîşek pêk hat û hat diyarkirin ku armanca teqînê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser vê yekê daxuyaniyek da û tê de anî ziman, “Hemû nûçeyên ku îdia dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mazlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armanc girtin ne rast in. Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li himber hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku di dema êrîşê de 3 personelên leşkerî yên Amerîkî bi Fermandarê HSDê General Mazlûm Ebdî re di konvoyê de bûne û kuştî û birîndar çênebûn.

Qada esmanî hatibû girtin

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku heta 3’ê Tîrmehê qada hewayî ya Tirkiyê ji geştên hewayî yên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê re hatiye girtin. Di daxuyaniyê de sedema vê biryarê “Çalakiyên PKK’ê yên li Silêmaniyê” hatiye nîşandan.

Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê (THY) ku rojane 2 geştên esmanî bo Silêmaniyê  hene, di 3yê Nîsanê de ragihandibû ku wan hemû geştên balafirgeha Silêmaniyê dane sekinandin.