Li Mereşê bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksunê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê jî 16.36 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) 8ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li navçeya Goksunê ser bi parêzgeha Mereşê demjimêr 03:26 deqe bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûye.

Herwiha AFADê da zanîn ku kûrahiya erdhejê jî 16.36 kîlometre bin erdê bûye.

Doh jî li navenda parêzgeha Çewligê bi hêza 4.5 pile erdhejek çêbûbû û pisporên erdhejê ev yek wiha şîrove kiribûn ku dibe li herêmê erdhejeke mezin çêbibe.