Li Amedê 8ê Adarê tê pîrozkirin: Peyama Ocalan hat xwendin

Meşa jinan a Amedê /Wêne: Maşallah Dekak - Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê pîrozbahiyên 8ê Adarê bi coş dest pê kirin û peyama Serokê PKKyê Abdullah Ocalan ku ji Îmraliyê şandibû hat xwendin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî mîtîng û şahî hatin lidarxistin.

Jin, di saetên sibehê yên zû de li semta Ofîsê ya Amedê kombûn. Jinên ku cilûbergên rengîn li xwe kiribûn, demeke dirêj govend gerandin û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" avêtin. Piştre meşa ber bi qada mîtîngê ve dest pê kir.

Li qadên 8ê Adarê, peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ku ji jinan re şandibû hat xwendin.

"Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê derbas dibe"

Peyama Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:

"Destûra min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye! Ez di ferqa vê yekê de me ku li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî, min tu caran dev ji jiyana bi we re berneda.

Ev jiyana bi vî halî, bû rista bingehîn ku min li ser pêyan digre. Lê, rastiya ku cara yekem ew qasî bi heybet û azad e, wê bi qasî pêşînên din ên Mezopotamyayê bi heybet be. Belkî jî ev yek pêk hatibe. Meseleya azadiya jinê hêj jî girîngiya xwe diparêze.

Pêvajoya komunalîst a demokratîk rewşa nûjen a civakbûyîna jina pêşeng e. Bidestxistina rastiya civakî jî encax bi vê rêbazê mimkun e. Heya ku çanda tecawizê têk neçe, di qadên zanistî, estetîk û olî de heqîqeta civakî jî dernakeve holê.

Wekî ku ji Marksîzmê jî hat îstapkirin, heya ku çanda serdest a mêr di kûrahiya civaka serdema nû de neyê fetisandin, serkeftina sosyalîzmê ne mimkun e. Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê derbas dibe.

Heya ku azadiya jinê pêk neyê, hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heya ku demokrasî nebe, sosyalîzm jî nabe. Ezmûna min a yekem a bi sosyalîzmê re, bi şêwaza axaftina bi jinekê re diyar bû.

Kesekî ku nizanibe bi jinekê re çawa biaxive, nikare bibe sosyalîst. Sosyalîsbûyîna mêrekî bi pêwendiya wî ya bi jinekê re girêdayî ye.

"Jin bi xwe gerdûn e"

Pîrozî ya jinê ye. Jin bi xwe gerdûn e. Mêr jî gerstêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Ji bo cara yekem bang li zarokê bike ya ku ziman afirand jin e. Afirînera çandê jin e. Afirînera civakê jî jin e. Pirozî û Xwedawendî jî ya jinê ye.

Ji bo jinan min bîrdoziya rizgariya jinan a ku ji çar qadan pêk tê, pêş xist. Ev teorî ye. Çanda jina pêşeng, serdema xwedawendayan di navbera Beriya Zayînê 10 hezar sal û 4 hezar salan de ye.

Olên yek xweda bi Babîlê destpê dikin. Destana Babîlê destana kolekirina jinê ye. Afirandina destana Babîlê yek ji hîmên bingehîn a mîtolojiya Mezopotamyayê ye.

Di navbera salên beriya zayînê 4 hezar û 2 hezar salan de ji bo çanda jinê têkçûyîn destpêkir. Piştî ku çanda jina pêşeng hilweşiya, bi Mîtanîyan ve jina qesrê derket holê. Nefertîtî jî jineke ji qesrê ye.

Jinên qesrê yên wê serdemê di pêvajoya dîrokî de bûn jinên ji malê yên vê serdemê. Wekî ku hûn jî dizanin, çand û kevneşpiya Satî heye.

Di çanda Satiyan de jin davêtin nav agir û dişewitandin. Di salên 1832yan de jî ev yek pêk dihat. Piştre, Îngîlîzan dawî li vê çandê anîn.

Vejîna ku wê ji nû ve pêk bê gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çand, civakî û dîrokî de bê nirxandin.

"Ez ne dijberê evin û zewacê me"

Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jin ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberê evin û zewacê me lê her roj li ser navê evînê cînayetên gelek hov pêk tên.

Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje? Ev ne evîn e. Heya niha gelek jin ji ber pêwendiya bi vî rengî întîxar kirin.

Her wiha, çanda azad a jinê heye. Asta ku hatî hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin derkevin derveyî sînorên dayikbûyîn û hevjînbûyînê lê hêj jî hûn encax ji sedî 10ê çanda azad a jinê îdare dikin.

A esas ew e ku divê bi ferasetê şer bê kirin. Pergala civakî ya mêrên serdest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne.

Tundî heye, dagirkerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, îxtîmala kuştina zarokên keç heye. Di pêşerojê de zarok bên kuştin hûn ê çi bikin?

Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez balê dikşînim ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin.

"Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e"

Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Pirsgirêkeke bi vî rengî heye. Di vî warî de me destpêkeke biçûk pêk anî. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe.

Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye. Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. Banga ‘'Aştî û Civaka Azad’' di heman demê de ji bo jinan Ronesans e.

Ez jinê ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdî ya nûjen silav dikim û 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim. Bi silav û hezkirinên xwe "