Deriyê Îbrahîm Xelîl: Di nav nan de zêrê qaçax hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê ku yê li Zaxoyê bi kesekî re zêrên qaçax hatin girtin ku di nav nan de bûn.

Ew kes bi tohmeta qaçaxçîtiya zêran hat desteserkirin.

Tîmên girêdayî Parastina Gumrikê ya Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê îro di encama şopandina kesekî de kîloyek zêr girt ku wî kesî zêr xistibû nav nan.

Hat ragihandin ku ew kes ji Herêma Kurdistanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bûye.

Bihayê wî zêrî 2 milyon û 400 hezar lîreyên Tirkî ye ku dike zêdetirî 70 hezar dolarên Amerîkî.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.