Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê destpê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vekir ku biryar e 10 rojan berdewam bike.
Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemî 8ê Adara 2023yan bi amadebûna Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraq Federal Fayiq Zîdan, hejmareke siyasetmedar, konsul û nûnerên welatan, nivîskar û hunermendan 15mîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vekir.
Di 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê de zêdeyî 350 weşanxane û pirtûkxane ji 18 welatên cuda beşdar in.
Herî dawî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê ji ber belavbûna coranayê û rewşa navçeyê sê sal berê hatibû lidarxistin.
Biryar e di çarçoveya pêşangehê de hejmarek çalakiyên çandî û hunerî werin sazkirin û hejmareke nivîskar û helbestvan berhemên xwe îmze bikin.
15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê heta roja 18ê Adarê berdewam dibe.
Serok Mesûd #Barzanî beşdarî vekirina pêşangeha pirtûkan ya #Hewlêr`ê bû pic.twitter.com/1wO6PRewI3
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 8, 2023