Nêrîna zilaman li ser karkirina jinan û mafên wan
Hewlêr (Rûdaw) - Li her çar perçeyên Kurdistanê her çiqas hinek nêrînên cuda hebin jî, piraniya mêran tekez dikin ku ti ferq û cudahî di navbera jin û mêran de tune ye û piştgiriyê didin karkirina jinan.
Îro 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan e û zilamên ji her çar perçeyên Kurdistanê li ser karkirina jinan û mafên jinan û mafên bi wan nehatine dan ji Rûdawê re axivîn û nêrînên ciyawaz hebin jî xala hevbeş a hemûyan parastin û piştgiriya mafên jinan e.
Nêrîna zilaman li ser karkirina jinan:
Fuad Mihemed, Hewlêr, “Li gor min baş e û ti pirsgirêk tê de tune ye. Jinan jî mafên xwe hene û divê mafên wan pê bên dayîn.”
Tehsîn Ehmed, Hewlêr, “(karkirina jinan) şer nîne, lê li gor min nebaş e, ji ber ku jin şajinek e li mal e. Divê zilam kar bike û îdareya mal û zarokên xwe bike. Di çanda me de jî zilam kar kiriye û jinan jî li malê xizmeta mal û malbata xwe kiriye.”
Nazim Kaya, Amed, “Berê eyb bû, lê îro asayî ye. Îro bûye usûl.”
Ehmed Bolbot, Amed, “Ferqa jin û zilaman nîne. Wek hev in û em piştgiriya wan dikin. Şaristanî û medeniyet vê yekê dixwaze.”
Selîm Çetînar, Amed, “Îro mêr çawa be, divê jin jî eynî wisa be. Em ti ferqê naxin navbera mêr û jinan û wek hev in. Em dixwazin lihevkirineke baş di navbera wan de hebe. Em naxwazin mêr pêş bikeve û jin paş bikeve.”
Kerîm Resûlî, Serdeşt, “Li gor min divê karkirin ji bo jinan hebe û wek zilaman lazim e. Gelek kar hene ku divê jin bikin, ne karên zilaman e.”
Berzanî Şekiro, Qamişlo, “Ez li gel karê jinê me, lê ku kêmasî jî di mala jinê de dernekeve.”
Heta niha kîjan maf bi jinan nehatine dan?
Fuad Mihemed, Hewlêr, “Daxwaza lêborînê dikim, ez nikarin bersiva vê pirsê bidim.”
Tehsîn Ehmed, Hewlêr, “Mirov eger bixwaze li gel hevjîna xwe bextewer be, divê hemû mafêkê pê bide. Lê bi rastî rêxistinan jin têk dane. Hindî ew rêxistin nebûn, jinan ti pirsgirêk nebûn. Lê hejmareke rêxistin ava bûne, pirsgirêkan bo jinan çêdikin û çareseriyê jî nabînin.”
Nazim Kaya, Amed, “Îro ti kes nikare ji hevjîna xwe re tiştekî bêje. Niha hemû maf di destê wan de ne.”
Ehmed Bolbot, Amed, “Gelek tişt kêm in, bi taybet li herêma me serederiyek li gel jinan tê kirin mîna ku paş e. Em tenê xizmetê ji wan dixwazin, ev tiştekî xelet e.”
Selîm Çetînar, Amed, “Mafê jinan, li ser karkirinê; niha hinek caran jin dixebite, hinek hene dibêjin `eyb e, bila kar neke`. Çima gelo, ma çi ferq heye, bila kar bike û alîkariya mal û malbata xwe bike.”
Kerîm Resûlî, Serdeşt, “Mafên jinan niha li gor berê gelek gelek baştir in û gelek maf pê hatine dayîn.”
Berzanî Şekiro, Qamişlo, “Jin li herêma me gihiştine mafên xwe lê di nav hemû mafan de dibe zilam li pêş be. Em hêvîdar in (jin) ji îro zêdetir pêş bikeve û mafê wê û zilam wek hev bin. Lê gelek yasa divê heta digihijin astekê.”