Îdareya Biden navçeyên bin desthilata HSDê ji cezayên Qeyser derdixe

Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin vê heftiyê Îdareya Joe Biden rabighîne ku ew cezayên li ser hikûmeta Sûriyê û desthilata Beşar Esed tên ferzkirin, navçeyên jêr desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li derveyî wê bigire.

Roja Yekşemê 6ê Sibata 2022ê ajansa El Monitor ku navenda wê ya serekî li Washington DC ye, li ser zimanê çend berpirsên Amerîkî yên girêdayî wê pirsê ragihand ku biryar e Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Bo Karûbarê Rojhilata Nêzîk Ethan Goodrich, bi awayekî fermî navê wan cihan rabighîne ku nakevin ber cezayên Qeyser.

Li gor raporta El Monitor, ev biryar tenê ji bo yên ku ji derveyî hikûmetê ne jî, petrol û gazê li xwe nagrin.

Bajarê Efrînê ku bajarekî Kurdî ye, lê ji ber sala 2018ê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ên girîdayî wê ve hatiye dagirkirin, nakeve nav vê herêmê û dikeve ber cezayan. Di heman demê de bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûrye jî ku di jêr destê Heyet Tehrîr El Şam de ye, ji ber di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye,dikeve ber wan cezayan.

Roja Dûşemê, Goodrich li Enqere bû û ligel hevtayê xwe yê Tirkiye civiya. Biryar e piştî bi dawîkirina serdana xwe ya bo Tirkiyê, serdana Hewlêrê bike. Piştî wê jî tê çaverêkirin ku biçe bakurê rojhilatê Suriye û li gel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Seroka MSDê Îlham Ehmed bicive.

Cezayên Qeyser di sala 2019ê de ji ber tawanên şer ên dijî xelkê Suriye dijî hikûmeta Esed û endamên partiya wî û çend aliyên din hatin ferzkirin. Ji wê demê ve Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê daxwaz dike ku navçeyên jêr desthilata wê nekevin ber wan cezayan