Amerîka navçeyên Rêveberiya Xweser ji sizayên Qeyser derdixe

Hewlêr (Rûdaw) - Tê pêşbînîkirin, ku di nava vê heftiyê de, Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden biryarê bide kui navçeyên Rêveberiya Xweser û hin navçeyên di bin destê opozisyona Sûriyê ji sizayên yasaya Qeyser bên efûkirin.

Hin çavkaniyên medyayî yên Amerîkî aşkere kirine ku, berpirsê dosyeya Sûriyê û cîgirê alîkarê Wezîrê derve yê Amerîka, Ethan Goldrich dê serdana Rojavayê Kurdistanê bike û ligel her yek ji Seroka Cîbicîkar a MSDê Îlham Ehmed û Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bicive û wan agahdarî biryara Amerîka bike.

Derbarê egera rakirina sizayên Sîzer ji ser Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê, endamê polîtbîroya PDK-S, û berpirsê giştî yê Rêxistina Pariya navorî, Ebdulkerîm Mihemed, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Endamê polîtbîroya PDKSê Ebdulkerîm Mihemed dibêje “Giringiya rakirina van sizayayn ji deverê çi ye? giringiya wê ji deverê re ew e ku tekez dê tiştên kêm bi awayekî fermî bên avakirin. Ew cîhazên tibbî yên tine ne ku hacetên dewletan in dê li vê derê peyda bibin. Ji ber vê yekê menhek heye Amerîka dê li vê derê sizayên Qeyser rabike û dikaribe alîkariyê bi milet re bike.”

Li gorî heman çavkaniyên, Hermên di bin destê Heyet Tehrîr el-Şam, ku wekî rêxistineke terorîst ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê hejmartin, û herwiha herêma Efrînê ya ku ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve dagirkirî ye, ji sizayan nayên efûkirin.

Derbarê cudakirina herêma Efrînê ji efûkirina sizayan, serkirdeyê PDKS ji Rûdawê re wiha axivî:

Ebdulkerîm Mihemed got jî “Mixabin li Efrîn ev sizayên Qeyser ranekirine. Çima li Efrînê ranekirine? Tiştên ku em dizanin li Efrînê sedemên ku ev siza berdewam in, rêxistinên Netewên Yekbûyî tinin. Ya duyem Amerîka li wê derê nîne, yên ku dikaribin xwedî bin li vî cihî. Ya sêyem ew ên ku qetlê, destdirêjiyê, diziyê, xerabiyê dikin, hiştine ku sizayên li ser bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ranebe û zexta wan jî li ser miletê me heye. Em hêvî dikin ku dengê xwe bigihînin Amerîkayê da ku Efrînê jî ji van sizayan derxe, zextek li wan çêke ku Efrîn vegere ji Efrîniyan re û ew guhertina çêbûye wê jî bidin aliyekî da ku Efrînê ava bikin”

Li gorî hin zanyariyan, Rêveberiya Amerîka ji havîna sala borî ve, biryara efûkirina van navçeyan ji sizayên yasaya Qeyser gotûbêj dike. Mebesta vê biryarê jî, rêxweşkirine li pêş gihandina alîkariyên mirovî û sivikkirina zehmetiyên abûrî li wan navçeyan e.