AMED: Jin û mêr bi hev re daxwaza azadî û wekheviyê kirin

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê pîrozbahiya herî mezin a roja cîhanî ya jinan li bajarê Amedê pêk hat. Jinan ji Amedê banga wekhevî û azadiyê kirin.

Di mîtînga Amedê de îcar ne tenê jin, hejmareke mêr jî amade bûn. Mêran diyar kir ku ew ji bo piştgiriya jinan tevli pîrozbahiyê bûne.

Jinên Kurd ên Amedê ji bo pîrozkirina 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî li qada mitîngan a vî bajarî li hev kom bûn.

Jin ji çar riyên sereke yên Qada Stasyonê herikîn qada mîtîngê.

Polîsan nehîşt tu kesek bê lêgerîn derbasî mîtîngê bibe. Dowîz û pankartên jinan jî yek bi yek hatin kontrolkirin.

Coşapîrozbahiya roja cîhanî ya jinan li Amedê careke din bi govend û dîlanê derkete pêş. Jin vê carê ji bo azadiya xwe reqisîn.

Mîtînga îcar ji aliyekî ve ji yên salên berê cudatir bû. Ji ber ku îsal hejmareke berçav a mêran jî di mîtîngê de amade bûn.

Mîtînga jinan îcar bi dirûsma "Em berxwedanê birêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin" pêk hat. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê Pervîn Buldanê jî beşdarî mîtîngê bû û bi bîr xist, ger jin bikaribin birêxistin bibin dê bikaribin serkeftineke mezin bi dest bixin.

Pervîn Buldan got: “Em jin li tu derê cîhanê şer naxwazin. Li ku dibe bila bibe em li dijî şeran in. Lewre em dizanin ku şer herî zêde zirarê dide jinan. Di şeran de zarokên dayikan tên kuştin û jin bedêleke giran didin. Em li vir careke din dibêjin ji şer re na ji aştiyê re belê.”

Pîrozbahiya 8'ê adarê ya îsal ji salên berê girseyîtir bû. Li gorî amadekarên mitîngê jin dê ji îro û pê de zêdetir li kolanan bin.

Endama Komîteya Amadekar a Mîtînga Jinan, Hulya Alokmen destnîşan kir: “Êdî jin li mafên xwe xwedî derdikevin. Ku derê guncaw bibînin îtiraza xwe li wir bilind dikin. Hem li mafên xwe xwedî derdikevin û hem ji bo mafê xwe jî têdikoşin. Ji ber vê yekê 8'ê adarê girîng dibînin”.

Di mîtînga Amedê de bi qasî kiras û xiftanên gelêrî hejmara beşdarên keç jî zêde bû. Ji ber vê yekê ji qada pîrozbahiyê stran, dîlan û tilîlî qet kêm nebûn.