Nîv milyon Efrînî di xeterê de ne; Av û elektirîk li ser Efrînê hat qutkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve ku di êrişa ser herêma Efrînê de beşdar in, bi tevahî av li ser bajarê Efrînê qut kirine. Rewangeha Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan jî wê yekê piştrats dike û dibêje, zêdetirî nîv milyon kes di bin xetera mirinê de ne.

 

Piştî ku çekdarên opozisyona Sûriyê bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê gundê Metîna û santrala sereke ya ava Efrînê kontrol kirin, bi temamî av li ser Efrînê qut kirin.

 

Çavkaniyekê ji bajarê Efrînê ji Rûdawê re got, ku “av bi temamî li ser bajarê Efrînê hatiye qutkirin û niha berpirsên xwecihî yên Efrînê hewla bikarxistina 6 bîrên nava bajêr didin, daku ava pêwîst ji bo vexwarinê ji nîştecihên bajêr re dabîn bikin.”

 

Heman çavkaniyê diyar kir, ku “bikarxistina wan bîrên avê zehmet e û eger ku rêveberiya herêma Efrînê di bikarxistina wan de serkevtî be jî, ava wan têra niştecihên Efrînê nake.”

 

Li gorî vê çavkaniyê, “hejmara niştecihên Efrînê bi koçberan ve 600 hezar kes derbas kiriye” û bi qutkirina avê li ser bajêr, welatiyên sivîl ên bajêr li pêş karesateke mirovî ne.

 

Herwiha Rewangeha Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan jî heman zanyarî piştrast kiriye û diyar kiriye, ku hêzên ser bi Tirkiyê ve av li ser bajarê Efrînê qut kirine û hişyariya wê yekê dide, ku “zêdetirî nîv milyon kes li Efrînê di bin metirsiya mirinê de ne.”

 

Rewangeha Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan herwiha dibêje, “ji ber operasyona leşkeriya ku hêzên Tirkiyê di bin navê operasyona Çiqla Zeytûnê ji 20ê Çileya îsal ve dane destpêkirin, bi her pêşketineke hêzên Tirkiyê metirsiya mirinê tê û firokeyên wê siyaseta erdê şewitî cîbicî dikin û li gel nêzîktirbûna tundbûna dorpêça ser Efrînê, ew tirs zêdetir dibe, herwiha metirsiyeke din a mirinê heye, bi têkbirina rêyên sereke yên hatinûçûnê ji heyama 2 rojan ve piştî ku hêzên Tirkiyê av û elektrîk li ser bajarê Efrînê qutkirin, tevî berdewamiya qutkirina beşeke mezin a herêmê ji cîhana derve, di encama qutkirina torên pêwnedîkirinê.”

 

Di beşeke din a daxuyaniya Rewangeha Sûrî de tê gotin, Rewangeha Sûrî bombebaranên esmanî yên firokeyên Tirkiyê bo ser rêya ku diçe Helebê şopandiye, ku rewşeke din a karesatbar li ser giriftên kesên ku dixwazin derkevin û canê xwe biparêzin, zêde kiriye.

 

Li gorî heman daxuyaniyê hêzên çekdar ên girêdayî hêzên hikûmeta Sûriyê jî li xalên kontrolê baceke di navbera 1000 heta 2200 dolarî ji her kesî werdigirin, ku dixwazin ji herêmê derkevin.

 

Rewqangeha Sûrî herwiha bang li Netewên Yekgirtî dike, ku “korîdorekî mirovî ji herêmên di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ber bi bajarê Helebê ve were vekirin, daku welatiyên sivîl ên Efrînê ku jiyana wan di bin metirsiyê de ne, bikarin xwe rizgar bikin.”

 

Ev geşedan di demekê de ye, ku êvariya îro Artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyekê fermî kontrolkirina tevahiya navenda bajarokê Cindirsê li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ragihand.

 

Cindirês li başûrê rojavayê Efrînê ye û hejmara nifûsa wê zêdetirî 30 hezar kesan e. Hêzên Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê îro piştî nîvro piştî şerekî giran derbasî navenda Cindirêsê bibûn û şerê kolan bi kolan di navbera wan û hêzên YPG/HSDê de dest pê kiribû.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê ji roja 20ê Çileya îsal ve êrişeke berfireh bo ser Efrînê dane destpêkirin, ku îro derbasî roja 48an bû û hêj berdewam e.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro derbarê dema berdewambûna êrişa ser Efrînê de da xuyakirin, ku “operasyona Çiqla Zeytûnê li Efrînê dê heta meha Gulana îsal berdewam be.”