Washington Post ji bo biryara Trump, Şîfa Gerdî weke mînak nîşan dide
Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya Washington Post di gotarekê de behsa rojnamevaniya Şehîd Şîfa Gerdî dike û diyar dike, “Şîfa Gerdî xwedî behreyekê nûwaze bû. Mirina wê tenê ne ji bo kurdên Bakûrê Iraqê, ji bo paşeroja rojnamevaniya Rojhilata Navîn jî wendahiyeke mezin e.”
Edîtorê beşa nêrînên navdewletî ya rojnameya Washington Postê Cristian Caryl di gotara xwe ya dawiyê de behsa şehîdbûna Şîfa Gerdî û herwiha biryara Serokê Amerîkayê ya derbarê qedexekirina vîzeyên 7 welatên misliman dike.
Caryl di gotara xwe de Şîfa Gerdî weke kurdekê misliman bi nav dike û diyar dike, ku wê jî nedikarî ji ber biryara Donald Trump serdana Amerîkayê bike û dibêje; “Şîfa Gerdî mînakeke hevpeymaniyê ye, ku pêwîste Rojava ji bo avakirina hevpeymanên wiha kar bike daku bikare li dijî gefa tundrewan li cîhanê raweste. Jiyana Şîfa ev têgehiştin derew derxist, ku dibêjin tenê yek cîhana îslamî heye û ew jî li dijî nirxên me ye.”
Gotara Cristian Caryl wiha ye:
Serok Trump vê care karek baş kir, ji ber vê jî bi awayekî pawerpênekirî, karekî giring e.
Ji hemû aliyan ve Şîfa Gerdî rojnamevanekê kurd ê xwedan behreyek nûwaze bû. Gelek caran li eniyên pêş ên şer de, derbarê şerê DAIŞê de rapor amade dikir. Ji ber wêrekiya wê, bi awayeke berfereh di nav temaşevanên televizyona Rûdawê de, ku ev televîzyon bi zimanê kurdî ye û nivîsîngeha wê ya sereke jî li Bakûrê Iraqê ye, bi navûdeng bû.
Di 25ê Sibatê de çiraya wê vemirî, dema ku şerê Mûsilê rûmal dikir, bombeyekê ji aliyê DAIŞÊ ve hatibû vedan teqiya û Şîfa kuşt, kameramanê wê jî birîndar bû. Gerdî hê 30 salî bû, mirana wê tenê ne ji bo kurdên Bakûrê Iraqê, ji bo paşeroja rojnamevaniya Rojhilata Navîn jî wendahiyeke mezin e. Gerdî jî weke piraniya kurdan misliman bû lê wê bêyî leçk raporên xwe dikir, di çarçoveya standardên rojnamevaniya cîhanê, bi profesyonelî karê xwe dikir. Hevkarê wê Rêbaz Elî ji min re got; “Ew kesekê li ber dilan şêrîn û rojnamevanekê mezin bû. Şîfa ji bo gelek jinên Kurdistanê modêlek bû.”
Bi kurt û kurmancî, Şîfa Gerdî mînakeke hevpeymaniyê ye, ku pêwîste Rojava ji bo avakirina hevpeymanên wiha kar bike daku bikare li dijî gefa tundrewan li cîhanê raweste. Jiyana Şîfa ev têgehiştin derew derxist, ku dibêjin tenê yek cîhana îslamî heye û ew jî li dijî nirxên me ye. Bi tevê vê yekê, li gorî biryara yekemîn a Serok Trump a derbarê qedexeya vîze û geştkirinê de, Şîfa nedikarî bê Amerîkayê. Çimkî Şîfa hemwelatiyekê Iraqê bû, Iraq jî yek ji wan welatan e ku di nav lîsteya qedexekirinê de bû.
Trump vê care biryar da vê xeletiyê rast bike û biryareke din îmze kir, Iraq ji vê lîsteyê derxist.
Bi diyarkirî jî Serok ket pey wan nêrînan, ku Pentagonê û Wezareta Derve ji bo wî eşkere kirin Iraq hevpeymanekî giring ê navdewletî ya li dijî hêzên (bi gotina Trump) “îslamî yên tundrew û terorîst e.” Eşkere ye, ku wan karîn Trump bigihînin wê baweriyê, ku hê gelek rojnamevanên din ên wiha hene û herwiha reftarên wisa yên ne tendurust a li hember Iraqiyan hatibû kirin, ji bo dewleta îslamî diyariyek bû.
Ji lewra herbijî Serok, di vê mijara taybetî de ev yek nîşanda ku şiyana wî ya fêrbûnê heye. Herçend wê wêneyê biçûkkirina biryara qedexekirinê hinek pirsgirêk bi xwe re anîbin jî, bila em hêvî bikin ev bibe destpêkek.
Niha tenê li ser vê mijarê nemînin û herin ser mijareke din: ew jî ev e ku biryara dawî çi rewangeheke fereh digihîne nêrîna Trum a cîhanê.
Ev biryara dawîn derbarê hevpeymaniya li herêmê tiştekî giring derdixe holê. Ew jî ev e, ku pêwîstiya me bi wan mislimanan heye yên li eniya me li hember gefa cîhanî şer dikin. Hevpeymaniya navdewletî ya di bin serokatiya Amerîkayê de hevkariya hikûmeta Bexdayê dike û operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê kiriye, ku duyemîn bajarê mezin ê Iraqê. Hêzên irqaqî ji bo têkbirina DAIŞê bi hezaran kes ji dest dan û herwiha bi hezaran jî birîndar bûne.
Ti pirs û guman li ser vê yekê nînin, ku iraqiyan û bi taybeyî jî kurdan ev yek ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî (Di hinek rewşan de jî ji bo tolhildana li hember DAIŞê) kirin. Lê weke hêzên herî mezin û bi bandor ên li meydana şer, wan ev yek ji ber me jî kirin. Ji ber vê yejê em jî bi rêya îstîxbarat, hêza esmanî û topxaneyan hevkariya wan kir.
Bi tevê vê yekê jî yek ji tişta seyr û ecêb ew e, ku hinek şêwirmendên bilind ên Trump hizra rakirina qedexeya ser geştiyarên iraqî dikin.
Alîkarekî bi bandor ê Trump Stephen K. Bannon çend carekê behsa vê nêrînê kiriye, ku şaristaniya rojava li hember cîhana îslamî ketiye nav şerekê cîhanî. Di bingeha vî şerî de nakokiyên çend sed salên derbasbûyî heye. Stephen Millerê ku dibêjin di formûlekirina nêrîna Bannon de alîkar bûye û bûne sedema derxistina biryara Trump a qedexekirina geştan, salên xwe yên kolejê bi propagandaya “îslamofaşîzmê” derbas kiriye.
Herwiha Sebastian Gorka heye, ku ew jî nbiha alîkarekî Serok e, di nêrîna xwe de rijd e û dibêje Quran mislimanan handide nav terorîzmê. Ew kesên ji bo cîbicîkirina îdeolojiya xwe kar dikin hewl didin rastiyan li gel cîhana xwe biguncînin. Wî ev nêrîna xwe di hevpeyvîna dawîn a ligel The Post de ji Greg Jaffe re vegotiye. Gorka pêşniyar dike, ku Amerîka xwe bike hevpeymanê rejîmên sekûler ên weke Misir, Urdin û Îmaratê. Gorka bi van nêrînên xwe bûye manşet ku bersiva vê pirsê dabû; “gelo Trump bawer dike, ku îslam olek e û dikare bandore li ser xelkê cîhan îslamî ya sekûler bike yan ne?”
Ti nîşana vê yekê nîne, ku kesên derdora Trumo giringiyê bidin zêdekirina hevrêyên xwe yên cîhana îslamî, ku di cîhanê de milyarek û 600 milyon misliman hene. bi têvê vê yekê jî hevaltiya waiha ji bo me pêwîst e, şerê niha yê Iraqê jî bi ron û eşkere vê yekÊ nîşan dide. Eger em naxwazin artêşekî nû ji bo dagirkirina Rojhilata Navîn bişînin pêwîst e em pêwendiyên xwe yên ligel hinek dewletên îslamî berdewam bikin û pêşve bibin, pêwîst nake ku ew jî dewletên sekûler bin.
Di dirêjahiya rê de ji bo pevrejiyana ayînî pirengiya siyasî tişta pêwîst divê em bikin. Îslam li hember rojava şer nake. Lê bêguman di nav xwe de şer dike, divê li ku derê dibe bila bibe em jî hêzên nerm û liberal bihêz bikin. Eger em jî xwe bidin destê efsaneyê ku dibêje îslama li dijî rojava gef e û wêrankariyê dike, wê demê em tenê hêzên tundrew bihêz dikin. Ev jî dibe trajediyeke xeter. Em kesên weke Şîfa Gerdî ne, ku derbarê paşeroja Rojhilata Navîn nêrînekê cuda diparêzin. Eve w kes in ku divê em li tenişta wan bisekinin.