Serokê MÎTê çû Îranê, Fîdan û Eraqçî jî bi telefonê axivîn

Îbrahîm Kalin\ Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin çû Îranê û bi rayedarên payebilind ên Îranê re civiya.

Li gorî Ajansa Anaduluyê (AA) Îbrahîm Kalin 8ê Sibatê çû Tehranê û bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Ekber Ehmedîyan û Wezîrê Îtlaata Îranê Îsmaîl Xetîb re civiya.

Hat ragihandin ku di hevdîtinan de şerê PKK û Tirkiyeyê, metirsiya DAIŞê, gefên hevbeş ên li dijî her du welatan, rewşa Sûriyeyê, agirbesta Xezeyê û rewşa Filistînê bi berfrehî hatine nîqaşkirin.

Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê jî ragihand ku di civînê de pêwendiyên her du welatan, pêşhatên herêmê û rewşa dawî ya Sûriyeyê hatine gotûbêjkirin.

AAyê diyar kir ku heman rojê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî bi telefonê axivîne.

Tê gotin di vê hevdîtina telefonê de pêwendiyên her du welatan û rewşa Filistînê hat gotûbêjkirin.