Namzedên AK Partiyê yên Amedê eşkere bûn

Amed (Rûdaw) - AK Partiyê namzedên 17 navçeyên Amedê bi bernameyeke danasînê eşkere kirin.

Li Amedê Çinar ne tê de 14 navçeyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qezenç kiribûn, ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin.

Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) ji bo hilbijartina şaredariyan a 31ê Adarê namzedên xwe yên Bajarê Mezin ê Amedê û şaredariyên 17 navçeyên Amedê zelal kirin.

Namzedên AK Partiyê bi bernameyeke danasînê hatin eşkerekirin.

Di bernameya Amedê de Wezîrê Ewlehiya Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala jî amade bûn.

Vedat Işikhan got, rêya serkeftinê di avakirina bajarên serkeftî û şaredariyên serkeftî re derbas dibe.

Namzedên AK Partiyê jî got vê carê ew bawer in ku dê hin navçeyên di destê DEM Partiyê derxin.

Berbijêrên AK Partiyê yên Amedê ev in:

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Halis Bîlden

Şaredariya Navçeya Rezanê Bedîrhan Akyol

Şaredariya Navçeya Bajarê Nû Muhamed Asena

Şaredariya Sûrê Mihemed Dîlek

Şaredariya Bismilê Behiye Arslan

Şaredariya Xana Axparê (Çinar) Davut Arzu

Şaredariya Çêrmûgê Şeyhmus Karamehmetoglu

Şaredariya Çingûşê Alî Suat Akmeşe

Şaredariya Pîranê Felat Aygoren

Şaredariya Gêlê Firat Seydaoglu

Şaredariya Erxeniyê Kemal Atabey

Şaredariya Hênê Mihemed Fatîh Kayhan

Şaredariya Hezroyê Fuad Mehmetoglu

Şaredariya Karazê Şerafedîn Yigit

Şaredariya Pasûrê Omer Faruk Yeprem

Şaredariya Licê Abdulhaluk Tuncay

Şaredariya Farqînê Mehmet Işiktaş