Wê navê Seyîd Riza li cade û kolanaên Dêrsîmê bê kirin


Dêrsîm (Rûdaw)- Encûmena Şaredariya Dêrsimê biryar da ku navên Seyîd Riza û hevalên wî li navenda Dêrsîmê li cade û kolanan bikin.

Encûmena Şaredariya Dêrsimê biryar girt ku navên Seyîd Riza û 7 Hevalên Seyîd Riza yên di serhildana Dêrsîmê ya sala 1937an de hatin bidarvekirin, li navenda Dêrsîmê li cade û kolanan bikin.

Li gor nûçeya DÎHAyê, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn got “Em dê xebatên xwe yên xwedîderketina li nirxên xwe yên dîrokî ji bo avakirina hafizeya civakî bidomînin”.

Edîbe Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku daxwaza gel a di vê mijarê de heye û wiha dewam kir: “Bîrdariya Seyîd Riza ji bo avakirina hafizeya dîrokî gava yekemîn bû. Ev proje dewam dike”.