‘Li Deriyê Xabûrê pirsgirêk hat çareserkirin’

Hewlêr (Rûdaw) – Daîreya Pêwendî û Ragihandinê ya Deriyê Îbrahîm Xelîlê ragihand ku pirsgirêka li Deriyê Xabûrê hatiye çareserkirin.

Ji doh ve li Deriyê Xabûrê (aliyê derî yê ku di kontrola Tirkiyeyê de ye) pirsgirêka çûn û hatinê hebû û gelek kes mexdûr bûbûn.

Daîreya Pêwendî û Ragihandinê ya Deriyê Îbrahîm Xelîlê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ev pirsgirêk çareser bûye.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber “pirsgirêkeke teknîkî” ji bo kesên ku dihatin Başûrê Kurdistanê problem derdiket.

“Niha rê vebûye”

Daîreya Pêwendî û Ragihandinê ya Deriyê Îbrahîm Xelîlê got ku ew ji destpêka pirsgirêkê ve bi aliyê Xabûrê re pêwendiyê de ne da ku pirsgirêk hel bibe û got:

“Niha rê vebûye, ew trafîka ku ji ber vê kêşeyê çêbûye dê di çend demjimêrên dahatî de ber bi kêmbûnê ve biçe û hatine geştyaran dê bi temamî asayî bibe.”