EFRÎN - Erebekî hawirde kesekî Efrînî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kesekî Kurd ji aliyê Erebekî hawirde ve hat kuştin.

Li gundê Qurenê yê Efrînê kesekî bi navê Ebdilhemîd Reşîd Mistefa, ji aliyê Erebekî hawirde ve hat kuştin.

Ebdilhemîd Reşîd Mistefa îro li gundê xwe bi alaya Kurdistanê bi axê hat spartin.

Gelek kes beşdarî merasîma veşartina termê Ebdilhemîd Reşîd Mistefa bûn û nerazîbûna xwe li hemberî çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve nîşan da.

Erebekî hawirde doh li gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê gule berda nEbdilhemîd Reşîd Mistefa yê 58 salî.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.