Nasnameyên 4 şervanan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “Li gundewarê Minbicê û Sirînê 4 şervan gihiştin asta şehadetê.”
Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya girêdayî Tirkiyeyê berdewam dikin.
Li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) komên çekdar de şer û pevçûn derdikevin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyand ku di êrişên li gundewarê Minbicê û Sirînê de 4 şervanan canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku berxadana şervanan berdewam dike û got:
“Ji roja destpêka şer ve, bi taybetî li Bendava Tişrînê, gundewarê Minbicê, Pira Qereqozaqê û eniyên din ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî bikaranîna çekên nûjen, balafirên şer û bêmirov, tank, topavêj û çekên giran, zirarên mezin digihin artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.”
Li gorî daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) agahiyên li ser nasnameyên şervanan wiha ne:
Avaşîn Efrîn: Navê wê yê fermî Ezîze Hisên e û ji Efrînê ye.
Xemgîn Horik: Navê wî yê fermî Ehmed Casim Mistefa ye û ji Kobaniyê ye.
Azad Tirbespiyê: Navê wî yê fermî Hatim Mehmedû El Esaf e û ji Tirbespiyê ye.
Reşo Amûdê: Navê wî yê fermî Mihemed Zahir El Hisên e û ji Şedadê ye.
Li rexê din, li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka şer ve 201 çekdarên "Artêşa Niştimanî" hatine kuştin.
SOHRê da zanîn ku ji destpêka şer ve 56 şervanên HSDyê û 25 sivîlan jî canê xwe ji dest daye.